Piştgêrîya Zimanî

Sprachkurse und Sprachfördermöglichkeiten

Li bajarê Lübeck hejmarek pir mizin ji Kursên Ziman û derftên Piştgirîya zimanî hene.

Kursên integrasyonê û Kursa Ziman girêdayî bi Kar ji alîyê Ofîsa Federal ya Koçberî û Penaberan (BAMF).
Kursên integrasyonê yên ku ji hêla Ofîsa Federal ve têne fînanse kirin di pileya pêşîn de tê.
Kursên integrasyonê heta 900 saetên dersên Zimanê Almanî, ji nezanîna ziman heta pileya B1.
Herweha jî kursên integrasyonê ji bo kesên ku pêwîstî alfabêtê ne û kursên bi teybetmend ji bo jinan jî hene.
Kursên zimanî ji B1 heta C1 û modulên pircûre yên taybet dikarin di kursên zimanê pîşeyî yên Ofîsa Federal de bên hînkirin.

Li Lübeckê Kursên integrasyonê û kursên zimanê pîşeyî ji hêla gelek pêşkêşkerên kursên zimanî yên pejirandî ve têne plansazkirin û têne pêkanîn. Hûn dikarin Hemû cîhên belaş û kursên plankirî tevlî agahîyên pêşkêşkeran û hûrguliyên têkiliyê bi wan re di »Nûçenameya zimanî» de bibînin. 

Ji bo beşdarbûna kursê, destûrnameyek pêwîste. Gelek rê û derfet ji beşdarbûna kursan re hene; ji gelek kesan re beşdarbûn belaş e û ji hêla Hukûmeta Fedral tê fînasekirin. Ne hemû komên mirovan destûrnameya beşdarbûna kursan ji Ofisa Fedral werdigirin, ev yek bi welatê jêkoçbûyî û bi awayê gihiştina Elmanyayê û bi belgeya niştîcihbûnê ve girêdayî ye. Ji kerema xwe, ji navendên şêwirmendiya koçberiyê an ji pêşkêşkerên kursa zimanî agahîyan werbigire!

Zimanê Elmanî ji bo her kesî
Derfet ji her kesî re nîne ku beşdarî kursekê ji kursên Ofîsa Fedral a Koçberîyê û Penaberan (BAMF) bibe. Da ku derfet li Lübeckê ji hemû kesî re hebe ku kurseke elmanî werbigirin, kursa ( Elmanî ji her kesî re) ya VHS heye. Hemû kesên ku mafê wan, ê beşdarîya kursa integrasyonê nebe, dikarin beşdarî vê kursê bibin. her weha dayikên bi zarokên piçûk ên ku lênihêrîna zarokan tune di kursên cuda de beşdar bibin.

Formên din ên Piştgirîya zimanî li Lübeck
Piraniya kursên ziman ku li jor hatine destnîşankirin rojtevane ne. Wekî din jî li Lübeckê hejmareke mezin ji kurs, civîn û qehewexaneyê zimên/zimanî hene. Evana bi gelemperî di hefteyê de carekê lidar dikevin û ji bo rahênan û kûrtêgihiştina zimên guncandî ne. Herweha jî bo karmendên ku dixwazin zanîna xwe ya elmanî xurttir bikin şayist in.

Das könnte Sie auch interessieren