Şêwirmendiya koçberiyê

Alles zur Migrationsberatung und weitere Beratungsangebote

Li Lübeckê hejmareke mezin ji navendên şêwirmendîyê hene. Ji bo kesên ku pirsgirêkn wan ên bi koçberîyê ve girêdayî û ji bo penaberan û kesên nûhatî jî hene. Ev navendên şêwirmendiyê li seranserê bajêr belavkirî ne. Ew ji hêla alîyên cûrbicûr ve tên pêşkêşkirin. Ew ji hêla hukûmeta fedral û hukûmeta Herêmê ve têne fînansekirin û ji hêla Bajarê Lübeckê ve têne piştgirîkirin.

Çima Şêwirmendîya koçberiyê ji bo Lübeck girîng e?
 Şêwirmendîya koçberan ji bo pêvajoya integrasoneke serkeftî xaleke girîng e. Şêwirmendî li Lübeckê bi awayekî pêbawer û pîşedar/şareza ji hêla şêwirmendên valakirî/ terxankirî ve tê pêkanîn. Li vir hûn ê kesên têhiliyê û hûrguliyên têê bibîn

 

Agahîyên gelemper li ser şêwirmendîya koçberîyê li Lübeckê- Koma armanckirî/ Erk/ Naverok

Kesên li jêr binavkirî dê werin rawêjkirin- komên armanckirî:

  • Penaber, Penaxwaz û kesên ku Duldung bi wan re ye.
  • Koçberên ji hundir û derveyê Ewropayê – lêgerên kar, Karmendên pispor û karkerên demsalî.
  • Komên niştecîyan, ên perawêzbûyî û cûdakirî, wek Romayên j dervî Welatên ( EU) û ( EFTA)
  • Kesên di bernameyên pejirandina mirovahî de ne.
  • Xizmên ku di çarçoveya pevgihandina malbatê de derbasî Elmanyayê dibin

Erkên şêwirmendiya koçberiyê:

  • Şêwirmendiya takekesî û komî, ya piştî hatina Elmanyayê bi demeke kurt, wek; tomarkirina li kursa zimanê elmanî, tomarkirina li baxçeyên pêşdibistanê /dibistanê û alîkariya civak
  • Ligelçûna bo tomarkirina daxwaznameya penaberîyê, piştgirîkirin di têkelîyan de, yên bi dezgeh û rêvebirîyên fermî ve girêdayî ne. Despêkirina armancdar, rêberîkirin û ligelçûn di rêkarên integrasyonê de
  • Piştgirî ji bo vekirina navçandî ya xizmetên asayî
  • Pişgirşkirina rêkarên takekesî li dijî cudakirinê, nijadperstîyê û dijminîya samîyetê
  • Pişgirşkirina rêkarên takekesî li dijî cudakirinê, nijadperstîyê û dijî samîyetê.
  • û hê bêtir
  •  

Das könnte Sie auch interessieren